SBS Kurdish - SBS Kurdî-logo

SBS Kurdish - SBS Kurdî

SBS (Australia)

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Location:

Sydney, NSW

Description:

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Language:

Multilingual

Contact:

SBS Radio Sydney Locked Bag 028 Crows Nest NSW 1585 Australia (02) 9430 2828


Episodes
Ask host to enable sharing for playback control

Bi hezaran kes li Herêma Kurdistanê rastî îcramên sîber e zirardar dibin

12/27/2024
Demeke dirêj e gelek kes li Herêma Kurdistanê û Iraqê wek bikarhêner berê xwe dane karê danûstandinên nav bazarên elektronîkî, ku bi berdewamî bi dirav, zêr, pere, karsazî û di pirojeyên curbicur de kar dikin, lê di dawiyê de derket holê ku ew sextekar û dizin. Li alîyekî din, parzûngehên neyasayî gelek pirsgirêk ji bo xelkê û gundiyan çêkirine, bi taybetî ji ber qirêjiya jîngehê û dûmanê, ku xelk tûşî gelek nexweşiyan bûne û daxwaza girtina van parzûngehên neyasayî dikin. Li gor zanyariyan ji 150 parzûngehên li Herêma Kurdistanê bi tenê du (2) qanûnî ne, tê xwestin ku yên din werin girtin.

Duration:00:07:55

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja Înî 27î Kanûna 2024

12/27/2024
Di vê bûletenê de: Serokwezîr Anthony Albanese bersivê dide trajediya ducarî ya di dema pêşbaziya yachtê ya Sydney bo Hobart… Victoria hişyariyên awarte yên ji bo agirên daristanan kêm dike, lê dê agir bi hefteyan bidome da ku bi tevahî vemire, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:04:25

Ask host to enable sharing for playback control

Bûletena nûçeyên roja Pêncşemê 26î Kanûna 2024

12/26/2024
Di bûletena îroj de: Karbidestên Kazaxistanê piştrast dikin ku di ketina firokeya Azerbaycanê de li nêzîkî Akatu 38 kes mirine... Rûsya û Australya li ser raportan lêkolînê dikin ku hemwelatiyekî Australî ji bo Ukraynê şer kiriye hatiye girtin… Û di kirîkit de, pêla germê ya li Melbourne, kaptanê Australya berî Têsta Roja Boxing di nezelaliyê de dihêle, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:11:10

Ask host to enable sharing for playback control

Ma ê kengê pirsgirêka derbarê Kekukê çareser bibe?

12/25/2024
Parêzgeha Kerkûkê yek ji parêzgehên ku gelek prisgirêkên siyasî li ser hene. Tê xwestin ku Kerkûk bi şêweyeke dadperwerane li ser hemû alîyên siyasî ye ku li wir dijîn dabeş bibe. Zêdetir li ser vê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

Duration:00:07:57

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 25î Kanûna 2024

12/25/2024
Di vê bûletenê de: Serokwezîr Anthony Albanese pesna hêza rizgarbûyên Cyclone Tracy dide… Karbidestên Başûrî Australya qedexeya vêxistina agirî ji bo hin deverên wîlayetê radighîne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:04:38

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 24î Dîsembira 2024

12/23/2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Ji Rêwiyan re hişyarî hat dayin ku di 48 demjimêrên li pêş de ji xetereya agirêli seranserê Australya hişyar bin Bandora 50 saliya Cyclone Tracy ya li ser Darwin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:05:33

Ask host to enable sharing for playback control

New Syrian leader Ahmed al-Sharaa swaps army fatigues for a suit for diplomatic talks - Serokê Sûriyê yê nû cilên leşkerî diguhere da danûstandinên dîplomatîk bike

12/23/2024
Syria's de facto leader Ahmed al-Sharaa has made significant diplomatic advances following talks with Türkiye and the United States. The rebel leader has been attempting to shore up international support following his overthrowing of Bashar al-Assad's regime. But can the Islamist leader and former Al-Qaeda ally truly convince the world that he can lead all Syrians to a brighter future? - Serokê de-fakto yê Sûriyê Ehmed El-Şerii piştî hevdîtinên xwe yên bi Tirkiye û Amerîkayê re pêşketineke dîplomatîk e girîng bi dest xist. Rêberê serhildayan piştî rûxandina rejîma Beşar Esed hewl dide piştevanîya navdewletî bi alîyê xwe xîne. Lê gelo rêberê îslamî û hevalbendê berê yê El-Qaîde dikare bi rastî cîhanê razî bike ku ew dikare hemî Sûrîyan ber bi siberojeke geştir ve bibe?

Duration:00:07:58

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja Înî 20î Kanûna 2024

12/19/2024
Di vê bûletenê de: Pênc endamên koma Bali 9 vegeriyan malên xwe ... Rêwîtiya Krîsmes li bakurê Queenslandê ji ber barana dijwar û lehiyan tê asteng kirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:05:11

Ask host to enable sharing for playback control

Singer performs at no cost for the Yezidi community in Wagga Wagga in honor of Ezi Feast - Stranbêj ji bo Cejna Êzî li Wagga Wagga ji civaka Êzîdî re bê pere konsêrê dike

12/19/2024
The "Rojiya Ezi," also known as the Ezi Feast, is a three-day period dedicated to fasting, family gatherings, and charitable contributions to those in need. This fasting observance occurs in December, specifically after the 13th. Yezidis observe the fast on Tuesday, Wednesday, and Thursday, culminating in a celebration on Friday following the three days of fasting. Singer Khairi Shingali has graciously offered to invite the Yezidi community in Wagga Wagga to perform at no cost for this significant event. - Cejna Êzî piştî sê rojan rojî tê pîrozkirin. Ev Cejina malbat, nas û cîran ji bo pîrozkirinê tên cem hev. Ew demeke ji bo alîkariyêji bo kesên hewcedar e. Girtina rojiyê di Kanûnê de ye, bi taybetî piştî 13 mehê pêk tê. Êzîdî rojên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê rojiyê digirin û pişt sê rojên rojiyê di roja çaran de Cejina Êzî ye. Stranbêj Xeyrî Şingalî bi dilgermî ahengeke xêrxwaziyê pêşkêşî civaka Êzdî li Wagga Wagga dike.

Duration:00:09:48

Ask host to enable sharing for playback control

Geşedanên dawîn derbarê rûxandina rêcîma Esed

12/19/2024
Raporta Hatice Kamer ji Amedê vê hefteyê li ser rewşa bakur-rojhilatê Sûriyê û geşedanên rojevê de ye. Raport her weha behsa serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dike ku wî li lûtkeya “Rêkxistina Welatên Heşt” de ragehand ku pêdivîtiya gelê Sûriyeyê bi yekrêzî û vejandina wî welatî heye, ku ew ji şerî westiyayî ne.

Duration:00:06:58

Ask host to enable sharing for playback control

Bûletena nûçeyên roja Pêncşemê 19î Kanûna 2024

12/19/2024
Di bûletena nûçeyên roja Pêncşemê de: Australî rûbirûyê baca zêde û kêmkirina xizmetan dibin eger hukûmet pirsgirêka deyn çareser neke... Navbeynkarên Amerîkî û Ereb ji bo bidawîkirina rêkeftina Îsraîl û Hemasê ji bo şerê Xezayê dixebitin… Nuxteyên ducarî - ji roja Îniyê 20/12/24 saet 12:01 danê sibê dest pê dikin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:10:54

Ask host to enable sharing for playback control

Ji nişka ve nirxê lîreya sûrî di nav bazarên Herêma Kurdistanê de zêde dibe

12/18/2024
Piştî buyerên li Sûriyê, bazara kirrîn û firotina diravan li Herêma Kurdistanê germ bûye. Bi teybetî lîreya Sûrî li bazaran qerebilixeke pir çê kiriye û gelekî bilind bûye lewra kiryar û firoşyarên diravan bi awayekî mezin diçin bûrseyan û lîreya Sûri dikrin. Zêdetir derbarê wê mijarê û mijarên din di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

Duration:00:08:29

Ask host to enable sharing for playback control

Ceasefire agreement between Türkiye and SDF extends until the end of the week - Rêkeftina agirbestê di navbera Tirkiyê û HSDê heta dawiya hefteyê dirêj dibe

12/17/2024
We interview journalist Mustafa Ali from Qamishli about the current situation in northeastern Syria, including the ceasefire agreement between Türkiye and the Syrian Democratic Forces (SDF) that has been extended until the end of the week, the preparations for the idea of disarmament in Kobani, and other related topics. - Em bi rojnamevan Mistefa Elî ji Qamişlo li ser rewşa niha ya bakur rojhilatê Sûriyê hevpeyvînekê dikin. Gotûbêj li ser rêkeftina agirbestê ya di navbera Tirkiyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, ku heta dawiya hefteyê hat dirêjkirin, amadebûna pêşniyara bêçekkirina Kobanî û gelek mijarên cuda tên axaftin.

Duration:00:09:54

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 18î Kanûna 2024

12/17/2024
Di vê bûletenê de: Tîmên rizgarkirin û bijîjkî yên Australya diçin Vanuatuyê ji bo alîkariya erdhejeke kujer… Nûvekirina budceya nîv-salî hate weşandin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:04:10

Ask host to enable sharing for playback control

Fall of Assad regime in Syria creates uncertainty for migrants in Europe - Ketina rejîma Esed li Sûriyê nezelaliyê ji bo koçberên li Ewropayê çêdike

12/17/2024
The fall of the Assad regime has left an air of uncertainty in neighbouring nations over the future of the Syrian migration. Greece, which has taken in a great number of those migrants, is maintaining a watchful eye on developments, with officials saying it's too early to draw any conclusions. - Ketina rejîma Esed di nav welatên cîran de nezelaliyek li ser siberoja koçberên Sûrî hişt. Yewnanistan, ku hejmareke mezin ji wan koçberan wergirtiye, ji nêzik ve geşedanan dişopîne, karbidestan jî diyar kirin ku hîn zû ye ku mirov ti beryaran bide.

Duration:00:10:00

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 17î Dîsembira 2024

12/17/2024
Di bûletena nûçeyên îro de: Nîgeraniyên li ser siberoja penaberên Sûriyê piştî rûxandina rêjîma Esed... Qedexekirina protestoyên li derveyî cihên îbadetê, li gorî qanûnên pêşniyarkirî li Victoria, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:04:21

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja Înî 13î Kanûna 2024

12/12/2024
Di vê bûletenê de: Wezîrê Derve yê DYA Antony Blinken bang li serkirdayetiya nû ya Sûriyê dike ku mafên jinan û kêmneteweyan biparêze... Koalîsyon dibêje plana wê ya hêza nuklêrî dê 263 mîlyar dolar ji Australya re tewfîr bike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:05:25

Ask host to enable sharing for playback control

Helbestvan Berken Bereh 50 saliya helbestvanîya xwe pîroz dike

12/12/2024
Raporta Hatîce Kamer ji Amedê vê hefteyê yeke hunerî ye. Ew ji me re behsa 50 saliya helbestvanîya helbestvan Berken Bereh dike.

Duration:00:06:40

Ask host to enable sharing for playback control

Bûletena nûçeyên roja Pêncşemê 12î Kanûna 2024

12/12/2024
Di bûletena nûçeyên roja Pêncşemê de: Ji bo tîmekî rugby league yê P-N-G peymanek di navbera Australya û PNG hate morkirin... Australya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryara dengdana agirbesteke daîmî ya Gazzeyê dide… Dîplomatekî berê yê Amerîkî rexne li helwesta Australya derbarê vegerandina jin û zarokên Australî ji Sûriyê kir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:12:18

Ask host to enable sharing for playback control

Penaberên Sûrî li Hewlêrê rûxandina Esed pîroz dikin

12/11/2024
Penaberên Rojavayê Kurdistanê rûxandina rejîma Beşar eL-Esed li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê pîroz kirin. Nêzîkî sê mehane ku karmendên Herêma Kurdistanê mûçeyên xwe wernegirtine, ji ber wê jî karê xwe yê fermî boykot kirin û daxwaza mafên xwe kirin. Zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.

Duration:00:10:01