SBS Kurdish - SBS Kurdî-logo

SBS Kurdish - SBS Kurdî

SBS (Australia)

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Location:

Sydney, NSW

Description:

Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.

Language:

Multilingual

Contact:

SBS Radio Sydney Locked Bag 028 Crows Nest NSW 1585 Australia (02) 9430 2828


Episodes
Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Pêncşemê, 15î Gulana 2025

5/15/2025
Di vê bûletene de: Serokwezîrê Australya dê li Jakarta bi Serokê Endonezya re li ser ewlehiya herêmî biaxife... Serokê DYA Donald Trump di serdana xwe ya Qeterê de ji Îranê xwest ku peymaneke navokî çêbike... Û Rêjeya bêkariyê di meha Nîsanê de ji %4.1 sabit dimîne, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:11:30

Ask host to enable sharing for playback control

Xwe-fesixkirina PKKê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê tê çi wateyê?

5/14/2025
Peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê ji me re derbarê helwêst û berteka Hukûmeta Herêma Kurdistanê û Îraqê derbarê çekdanîna PKKê û karvedana li ser pirsa xwe-fesixkirina PKKê behs dike. Herweha di raportê de behs li ser çêkirna hevpeymeniyeke bi navê hevpeymeniya xelikê ji bo helbijartinên perlemana Îraqê jî dibe.

Duration:00:09:15

Ask host to enable sharing for playback control

Gelo hilweşandina PKKê dê mafekî bide Kurdên Bakur?

5/14/2025
Raporta Hatice Kamer ji Amedê derbarê berteka xelkê bi gîştî û ya hukûmeta Tirkiyê bi taybetî derbarê hilweşîn û çek danîna PKK ye. Xelk di wê baweriyê de ye ku dê pêvajo dirêj be û hîn gelek zelalî derbarê Öcalan û komê de nînin.

Duration:00:12:37

Ask host to enable sharing for playback control

"We are happy with PKK's decision, a positive move towards peace" - "Em bi biryara PKK dilşa ne, ew gaveke erênî ye ber bi aştî û biratî ye"

5/14/2025
The Kurdistan Workers' Party (PKK), which has conducted insurgencies against Turkiye for four decades, has disbanded and surrendered its weapons. This declaration follows a request from the group's incarcerated leader, Abdullah Öcalan, for dissolution as part of a proposed agreement by the Turkish government regarding his potential release. We ask Timur Tatwan, co-chair of the Democratic Kurdish Community Centre in Australia about the future of PKK. - Partiya Karkerên Kurdistan, ku zêdeyî 40 salî li dijî Tirkiyê serhildanek kir, xwe fesix kir û çekên xwe danîn. Ev eşkerekirin piştî wê yekê tê ku rêberê zindankirî yê komê, Abdullah Öcalan, wekî beşek ji rêkeftinekê ku ji hêla hukûmeta Tirkiyeyê ve ji bo serbestberdana wî hatibû pêşkêş kirin, daxwaza hilweşandinê kiribû. Gelo dê siberoja PKK çi be, ew pirsa û pirsên din ji hevserokê Navenda Demokratîk a Civaka Kurd li Australya Tîmur Tatwan tên pirsîn.

Duration:00:13:34

Ask host to enable sharing for playback control

Podcasta çandî, hunerî, wêjeyî û başbûnê

5/14/2025
Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê gotûbêjeke taybet bi xwediyê podcasta Perxudres Omer Faruk Baran re pêk tîne. Podcast li ser kultur, huner û edebîyatê ye. Lê di Nîsana 2024an de, Perxudres Podcast bû ser nameyên jiyana kesan.

Duration:00:11:52

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 14î Gulana 2025

5/14/2025
Di bûletena nûçeyên îro de: Tê bawerkirin ku peyakî Australî di dema şer de li Ukraynê hatiye kuştin... Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê peymaneke mezin a çekan bi Erebistana Siûdî re ragihand, di dema ku Serok Trump serdana Rojhilata Navîn dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:04:23

Ask host to enable sharing for playback control

After four decades the PKK lays down its arms - Piştî çel salî, Partiya Karkerên Kurdistanê çekên xwe datîne

5/13/2025
Following a four-decade-long conflict, the Kurdistan Workers Party or P-K-K has disbanded in Turkey, bringing hopes the country could enter a new peaceful era. However, experts say peace is not guaranteed and complex regional conflicts could now intensify. - Piştî nakokiya 40 salî, Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) xwe-fesix kir, ku ev yeka hêviyê dide Tirkiyê û PKK bikevin serdemeke nû ya aştiyane. Lê, pispor dibêjin aştî ne misogere û niha nakokiyên herêmî yên aloz dikarin dijwartir bibin.

Duration:00:09:26

Ask host to enable sharing for playback control

kurte Nûçeyên roja Sêşemê 13î Gulana 2025

5/13/2025
Di bûletena nûçeyên îro de: Sussan Ley dibêje ew amade ye ku bi rêbazeke nû rêbertiya partiya Lîberal bike... Tirkiye pêşwaziya hilweşandina P-K-K dike, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:05:30

Ask host to enable sharing for playback control

Guhdare tevahiya podkasta bernameya SBS Kurdî ya 8î Gulana 2025 bike

5/12/2025
Guhdare bernameyên SBS Kurdî yên rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur.

Duration:00:56:52

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja Înî 9î Gulana 2025

5/9/2025
Di vê bûletenê de: Serokwezîr pêşwaziya Papa Leo yê 14mîn yê nû hilbijartî dike... Sussan Ley namzediya xwe ji bo Rêbera Opozîsyonê radigihîne... Los Angeles radigihîne ku ew ê mazûvaniya mezintirîn Para-olompîkên dîrokî bike, w nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:05:14

Ask host to enable sharing for playback control

Jinên Tirkiyê li dijî kuştina jinan dadikevin taxan

5/8/2025
Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê ji me re behsa kuştina jineke ciwan li yek ji kolanên herî qerebalix e li Stenbolê dike ku bû sedema nerazîbûneke berfireh, û ev yek bû sedem ku jin li cihê ku Bahar Aksu lê hatiye kuştin kom bibin. Herweha di raportê de behs li ser mirina Sirri Sureyya Onder jî dibe.

Duration:00:08:29

Ask host to enable sharing for playback control

Nûçeyên roja Pêncşemê, 8î Gulana 2025

5/8/2025
Di vê bûletene de: Serokwezîr li benda xurtkirina têkiliyên Australya bi cîhanê re ye... Bi sedan kes piştî danûstandinên dawî yên sînorî bi Hindistanê re li paytexta Pakistanê meşek li dar xistin... Û di sportê de, Rabbitohs amade ne ku piştî nûçeya veguhastineke bilez pêşwazîya Brandon Smith bikin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.

Duration:00:13:07

Ask host to enable sharing for playback control

Influenza cases surge: time to get vaccinated say experts - Zêdebûna bûyerên grîpê: Pispor dibêjin dema vaksînlêdanê ye

5/8/2025
After a record number of flu cases last year in Australia, experts are warning all Australians of the need to get the latest updated annual vaccine - as well as adopt other hygiene measures to reduce their risk. So far this year, 63,000 cases of influenza have been recorded nationally, and experts say it's already a relatively high number for this time of year - the start of the flu season. But whether this year will be a severe flu season depends on a number of factors. - Piştî hejmareke bilind ya bûyerên grîpê li Australya sala par, pispor hemû Australyayîyan hişyar dikin ku pêwîst e vaksînlêdana salane ya herî dawî bistînin - û her weha tedbîrên din yên paqijiyê bigirin da ku rîska xwe kêm bikin. Îsal heta niha, 63,000 bûyerên grîpê li seranserê welêt hatine tomar kirin, û pispor dibêjin ev ji bo vê dema salê - destpêka demsala grîpê - hejmareke zêde ye. Lê gelo ev sal dê demsaleke grîpê ya giran be, ew jî bi gelek faktoran ve girêdayî ye.

Duration:00:08:28

Ask host to enable sharing for playback control

Cîgirê Serokwezîr Qubad Telebanî ji Tirkiyê daxwaza vekirina balefirgeha Silêmaniyê dike

5/8/2025
Cîgirê Serokwezîrê Hukumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî daxwaza vekirina balefirgeha Silêmaniyê ji Tirkiyê kir, lê Tirkiyê ew daxwaz red kir. Hewldana avakirina eniyeke berfireh li dijî desthilatdariya PDK û YNK zêde dibe. Em derbarê wan mijaran bi peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê diaxafin.

Duration:00:10:23

Ask host to enable sharing for playback control

"Ger fişara xwînê bilind be, dikare bibe sedema gelek pirsgirêkên tenduristiyê"

5/7/2025
Bilindbûna fişara xwînê, metirsiya nexweşiya dil zêde dike, pêkana krîza dil, felec û gelek pirsgirêkên din yên ku bi dil û tamarên xwîne ve girêday zêde dike. Bi kurtî, bilindbûna zexta zwînê a domdar zexteke zêde li ser dil disepîne, ku dibe bibe sedema zirara demdirêj û îhtîmala zêdebûna têkçûna dil û tevliheviyên din yên têkildar. Dr Selah Amêdî ji me re wan metirsiyan vedibêje.

Duration:00:09:32

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 7î Gulana 2025

5/7/2025
Di bûletena nûçeyên îro de: Hindistan operasyona mûşekî li ser Pakistanê dest pê dike... Namzedê Lîberal li kursiya Victoria ya Goldstein serkeftinê bi dest dixe... ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:05:05

Ask host to enable sharing for playback control

Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 6î Gulana 2025

5/6/2025
Di bûletena nûçeyên îro de: Anthony Albanese piştî serkeftina berbiçav a Partiya Kar biplaneke xurt dest bi serdema duyemîn dike... Partiya Lîberal hîn di vebijarkên rêberatiya xwe de difikire... Karbidestên Îsraîlî dibêjin piştî ragihandina dagirkirina dijwar a Gazzeyê, ew êdî ji gotina "dagirkirin" natirsin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.

Duration:00:04:23

Ask host to enable sharing for playback control

"Armanca şanoyê ew e ku şanogerên Kurd ji seranserê cîhanê bîne ba hev"

5/5/2025
Ji bo dehemîn Festîvala Şanoya Amedê, Hatice Kamer bi şanoger û endamê rêveberiya festîvalê Omer Şahîn re hevpeyvînek pêk anîye. Di hevpeyvînê de berêz Şahîn behsa festîval, naverok, û herwiha taybetiyên lîstikên Kurdî dike.

Duration:00:11:35

Ask host to enable sharing for playback control

Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 1î Gulana 2025 bike

5/5/2025
Guhdare bernameyên SBS Kurdî yên rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur.

Duration:01:00:24

Ask host to enable sharing for playback control

Partiya Kar di hilbijartinan de bi ser ket û Anthony Albanese wek serokwezîr ma

5/3/2025
Anthony Albanese di hilbijartinên federal ên 2025an de serkeftin bi dest xist, di heman demê de Partiya Kar amade ye ku bi piraniya dengan ji bo cara duyemîn hukûmetê ava bike.

Duration:00:04:25